Li bajarekî Çînê di encama êrîşekê li ser zarokên dibistanekê de, 8 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Di roja yekemîn a sala xwendinê de, li kantona Hopay a Çînê êrîşek bi kêran li ser zarokên dibistaneke seretayî pêk hat.
Di encama êrîşê de, 8 zarokan jiyana xwe ji dest da û 10 jî birîndar bûn.
Polîsên herêmî diyar kirin ku yê êrîşker hat binçavkirin.
Li gorî agahiyan, êrîşker 40 salî ye û ji xelkên bajêr e.