LI AVGANISTANÊ 19 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA Û 119 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li gel nêzîkbûna pêkanîna lihevkirineke aştiyê di navbera Emerîka û Talîbanê de, teqîneke Talîbanê 16 kesan dikuje.

 

Duh êvarî, terektoreke bombebarkirî li nêzî avahiyeke rêxistinên navdewletî li Kabula paytext teqiya.

Di encamê de, 16 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 119 birîndar bûn.

Teqîn, di dema nûnerê Emerîkî yê taybet bi Avganistanê Zilmayî Xelîl Zad ji televîzyonê re diaxivî de, pêk hat.

Berdevkê wezareta hindir diyar kir ku nêzî 400 welatiyên biyanî ji devera başdorpêçkirî hatin derxistin.

Hêzên ewlekariyê jî gelek çekdarên ku plana êrîşekê dikir piştî teqînê, girtin.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîh Ellah Mucahid jî ev tişt anî zimên:

Êrîşê ode û ofîsên “dagirkeran” wêran kirin.

Angaştên dijmin ku tenê ziyanên madî hene derew in, ji ber nehêlin sivîl nêzî wir bibin.

Duh, Xelîl Zad ji bo reşnivîsa lihevkirina Emerîkî-Avganî radestî hikumeta Avagnî bike, hatibû Kabulê.

Li gorî bendine lihevkirinê, wê Emerîka nêzî 5 hezar leşkerê xwe ji Avganistanê vekişîne û 5 baregehên xwe bigire, bi mercê Talîban êrîşên xwe rawestîne.

 

Leave a Reply

Back to top button