
Gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê li herêma Xakurkê ya Herêmên Paratinê yên Medyayê û navçeya Licê ya Amedê rêzeçalakî li dar xistin, di van çalakiyan de herî kêm 3 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan yên dawî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de li dijî tevgera dagirkeriyê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Paratinê yên Medyayê 2’ê Îlonê li Girê Şehîd Sarya çalakiyek li dar xist.
Di vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin û herêma Ermûşê bi helîkopteran bombe kir.
20’ê Tebaxê artêşa Tirk li sêgoşeya herêma Gêzan, Çemê Elika û Çûkan yên navçeya Licê ya Amedê kemînan datînin û li wir bicih bûne.
Gerîlayan yekîneya veşartî xistin bin kontrola xwe û heman rojê çalakiyek li dar xist, lê hejmara kuştî û birîndaran diyar nebû.
Li herêmê karê kemîndanînê didome.
11’ê Tebaxê artêşa Tirk li bejahiya navçeya Kemah a Erzinganê bi desteka helîkopter û balafirên keşfê operasyonek da destpêkirin.
Artêşa Tirk 11, 12 û 13’ê Tebaxê herêm bombebaran kir û di navbera gerîla û dagirkeran de şer derket.
Di şerî de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, di pêvajoya vê operasyonê de 3 gerîla bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Operasyona li herêmê heta 29’ê Tebaxê dom kir.