KORDÎNASYONA HESKÎFÊ: 100 HEZAR MIROV WÊ NEÇAR BIMÎNIN KOÇ BIKIN

Pêşiya ava Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê ku nêzî navçeya Kerboranê ye hat girtin.
Tê gotin wê ava bendavê Çemê Dîcleyê û Heskîfa dîrokî tune bike.
Kordînasyona Heskîfê têkildarî rûxandina Bendava Ilisûyê raporek amade kir û eşkere kir ku wê 100 hezar mirov neçar bimînin ji warê xwe koç bikin.

Kordînasyona Heskîfê têkildarî Bendava Ilisûyê ku raporek ji 54 rûpelan pêk tê û bendavê rexne dike amade kir.

Di raporê de hat gotin tu alternatîfa Dîcle û Heskîfê nîne û banga têkoşîna ji bo Heskîfê hat dubarekirin.

Di raporê de rûxandinên ku Bendava Ilisû wê bi xwe re bîne cih digire û hat gotin ji ber bendav xesarê dide dîrok û xwezayê, sazî û dezgehên navnetewî bertek nîşan dane.

Di raporê de hat diyarkirin ku alternatîfa Dîcleyê û Heskîfê nîne, bi wêrankirina dîroka 12 hezar salî ya Heskîfê re dê 100 hezar mirov neçar bimînin ji warê xwe koç bikin.

TALANKIRINA XWEZAYÊ
NOBETA LI ÇIYAYÊN QAZÊ 40 ROJ IN DEWAM DIKE

Di heman çarçoveya talankin û wêrankirina xwezayê de , “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê ku li dijî xebatên lêgerîna zêr dest pê kir, di roja 40’an de berdewam dike.

Leave a Reply

Back to top button