BEDRAN ÇIYAKURD: TIRKIYÊ BI GEFÊN XWE DAIŞ’Ê LI HERÊMÊ ZINDÎ BIKE

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran ÇiyaKurd destnîşan kir ku Tirkiye bi gefên xwe DAIŞ’ê zindî dike. Çiya Kurd bal kişand ser xeteriya DAIŞ’ê û teqez kir ku eger di mijara darzandina çeteyên DAIŞ’ê de alîkarî neyê kirin wê bibin gefeke mezin li ser cîhanê..

 

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran ÇiyaKurd gefên dewleta Tirk li ser herêmê nirxand.

Bedran Çiyakurd diyar kir ku ji bo rewestandina gefên dewleta tirk wan banga diyalogê kiriye.

Lê eger dewleta Tirk êrîş bike, ew ê axa xwe biparêzin û li berxwe bidin.

Çiya Kurd gefên dewleta tirk bi ji nû ve zindî kirina çeteyên DAIŞ’ê ve girêda û wiha got:

Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê hêviyê dide DAÎŞ, êrîş û rêxistiniya xwe bidomîne.

Dewleta tirk plansazî û siyaseta xwe li gor vê yekê dide meşandin û fersendan bi kar tîne.

Bedran Çiyakurd destnîşan kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê divê xebatek hevpar were kirin û wiha anî ziman:

Ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî werin darizandin em bi dewlet û saziyan re di nava dan û standinê de ne.

Darizandina DAÎŞ’iyan ne bi berpirsyariya me ye, berpiyariya hemû cîhanê ye.

Çawa em bi Koalîsyona Navnetewî re DAIŞ li herêmê têk bir, divê em bi hev re ji bo darzandina wan jî bibin hevkar.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ragihand ku barê girtiyên DAIŞ’ê li girtîgehên Rêveberiya Xweser barekî giran e û wiha domand:

Rêveberiya Xweser mecbûr dimîne ku bersivê bide hemû pêdiviyên lojîstîk ên çeteyan.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran ÇiyaKurd nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Em bang li welatên navnetewî dikin ku destekê bidin Rêveberiya Xweser.

Ji bo darizandina DAÎŞ’iyan divê li Bakur û Rojhilatê Sûrî dadgeha navnetewî were avakirin.

Eger alîkarî neyê dayîn ev malbat û çete wê gefeke mezin li ser cîhanê ava bike.

 

Leave a Reply

Back to top button