Ji ber ku hevdîtin bi hevşaredarên HDP’ê re kirin, gefa perîşaniyê lê hat xwariin.
Suleyman Soylû, ji ber hevdîtina bi hevşaredarên HDP’ê re , gef li Ekrem Îmamoglû xwar û ev gotin jê re gotin:
“Cahil, hedê xwe zanibe! Em ê te perîşan bikin.”
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, li Bûrsayê di “Civîna Nirxandina Koçberiyê” ku li oteleke bajar dihat lidarxistin, axivî.
Soylu erkdarkirina qeyûman ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê parast.
Ji ber hevdîtina bi Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk re; Soylû gef li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû xwar.
Soylû bertek nîşanî axaftina Îmamoglû da ku bi her du hevşaredaran re kiribû û ev tişt jê re got:
“Ez ji vir dibêjim; Karê xwe bike, lê heger ji derveyî karê xwe bi hin tiştên din re mijûl bibî, em ê te perîşan bikin.
Ev yek jî zext û zordariya hikumeta AKP’ê nîşan dide, ku li her derê û di her demê de li ser hemû aliyan pêk tîne.