ÇIYAKURD: BIRYARÊN KOMÎSYONA KU EM NE DI NAV DE NE ME TÊKILDAR NAKE

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran ÇiyaKurd geşedanên li Îdlîbê jî nirxandin. Çiyakurd diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê têk çûye û got: Eger aloziya li Idilbê çareser bibe wê bandoreke erênî li çareseriya siyasî li Sûriyê bike.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran ÇiyaKurd geşedanên li Îdlîbê jî nirxandin.

Bedran çiyakurd diyar kir ku piştî hevdîtina Tirkiyê bi Emerîkayê re, Rûsiya û Îran di mijara Idlibê de, zext li Tirkiyê kirin.

Piştî van zextan êrîş zêde bûn, gelek cihên di destê Tirkiyê de hate stendin û Tirkiye kete rewşeke qels.

ÇiyaKurd li ser xwepêşanda şêniyên Îdlîbê ya li dijî dewleta tirk ev tişt got:

Tirkiye ya ku ji xwe re dibêje ‘ez garantor im’ diyar dikir ew dikare êrîşên li ser sivîlan asteng bike û dikare sivîlan biparêze.

Lê êrîşên li Îdlibê bi pesendkirina dewleta Tirk tê kirin.

Tirkiye nikare dengê xwe derxe. Ji ber vê jî mayîna wê li herêmê bûye mijara nîqaşan.

Gel serî hildaye û dengê xwe bilind kiriye û dixwazin Tirkiye ji herêmê derkeve.

Dewleta Tirk li herêmê têk diçe û têkiliyên wê her roj teng dibe.”

BEDRAN ÇIYAKURD:
ÇARESERKIRINA MIJARA IDLIBÊ BI LIHEVKIRINA HÊZÊN DERVE VE GIRÊDAYÎ YE

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser sedema dirêjkirina şerê Idlibê spart Tirkiyê, Rûsya û îranê.

Mijara Idlib zû nayê çareserkirin ji ber her dewletek berjewandiyên xwe diparêze.

Lê çareserkirina aloziya Idlibê wê bandoreke erênî li ser çareseriya siyasî li sûrî bike.

BEDRAN ÇIYAKURD:
BIRYARÊN KOMÎSYONA KU EM NE DI NAV DE NE ME TÊKILDAR NAKE

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran ÇiyaKurd der barê avakirina destûra sûrî jî wiha dibêje:

Em ne di nav komîta avakirina destûra sûrî de ne, em vê komîteyê qebûl nakin.

Çi biryara ku ev komîte bistîne me têkildar nake.

Ji ber ku nûnerên me di nav vê komîteyê de nîn in.

 

 

Leave a Reply

Back to top button