YEKÎNEYÊN ANTÎ TERORÊ BERPIRSEKÎ ABORIYA ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊ DAIŞ’Ê GIRT

Yekîneyên Antî Terorê yên QSD’ê bi çalakiyekê berpirsekî aboriya şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê girt. 

 

Navenda Ragihandina QSD’ê dazanîn ku piştî şopandineke demdirêj, wan cihê berpirsê aboriya çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Ehmed Mihemed Ehmed bi nasnav Ebû Rifea destnîşan kir..

QSD’ê diyar kir ku, vî çeteyî ji bo jiyana şêniyan bixe xeteriyê, xwe di nava wan de veşartibû..

Lê belê şervanên wan bi operasyoneke birêkûpêk û bêyî ziyan bighê sivîlan, ew girt..

QSD’ê eşkere kir ku hêzên wan li gel vî çeteyî gelek belge der barê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dîtin.

Doh jî Yekîniyên antî terorê yên YPG’ê li Dêra Zorê berpisrekî din yê aboriya şaneyên veşartî yê DAIŞ’ê yê bi navê Mihemmed Remedan el-Talaa girtibûn.

 

Leave a Reply

Back to top button