ISRAÎL WÊ CIVÎNEKE SÊALÎ LI GEL RÛSYA Û DEWLETÊN YEKBÛYÎ LI DAR BIXE

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu diyar kir ku ji bo mijara hebûna Îranê li Sûriyê hewldanên lidarxistina civîneke sêalî bi Rûsya û Dewletên Yekbûyî re hene.

 

Benyamîn Netanyahu di civîna heftane ya hikûmeta Îsraîlê de got:

“Di van rojan de em dixebitin da ku bi beşdarbûna Rûsya, Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê li vir li Qudisê civîneke sêalî li dar bixin da ku der barê derxistina Îran ji Sûriyê nîqaş bikin.”

Îsraîl girêdayî heman mijarê di 24 û 25’ê Hezîrana îsal de civîneke sêalî li gel Rûsya û Emerîkayê pêk anîbû.

 

Leave a Reply

Back to top button