KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: DAIŞ DI VEGERA PENABERAN DE DIBE ASTENG

Fermandarê hêzên koalîsyona navdewletî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwe ji nû ve bi rêxistin dikin û ji bo vegera penaberan li herêmên xwe li Iraqê dibin asteng. 

 

Îro sêşemê fermandarê giştî yê hêzên koalîsyona navdewletî ya bi serkêşiya Emerîkayê Paul Lacamera bi serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re rûnişt.

Paul Lacamera di axftinên xwe de dibêje ku şaneyên DAIŞ’ê hîn xeteriyeke li herêmê ne û ji bo vegera penaberan li warên xwe dibin asteng.

Her wiha fermandarê giştî yê hêzên koalîsyona navdewletî behsa girîngiya hevkariya hêzên pêşmerge û Iraqê di şerê li dijî DAIŞ’ê kir.

Mesrûr Barzanî ji aliyê xwe ve got ku zemîna jinûve-vergera DAIŞ’ê hê maye, ji bo wê jî êrîşên xwe yên teror didomîne.

Serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ewlehiya Iraqê tê wateya ewlehiyê herêmê bi giştî.

 

بول لاكاميرا

Leave a Reply

Back to top button