LI KAMPA HOLÊ AGIR BI 2 KONAN KET, TENÊ ZIRARÊN MADÎ HENE

2 konên malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê şewitîn.

Ji ber malbatên çeteyan sîstema li kampê pêk nayînin, şewat çêbû.

Di encamê de, agir bi 2 konên malbatên çeteyên biyanî ket.

Tenê zirarên madî çêbûn û nivîn, cil û amûrên malê şewitîn.

Agir ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn ve hate vemirandin.

Li gorî Hêzên Ewlekariyê, şewat ji ber gaza beporê ya çêkirina xwarinê pêk hat.

Li kampê cihê çêkirina xwarinê cuda ne, ji ber wan ne li cihê diyarkirî çêkirin, agir rû da.

 

Leave a Reply

Back to top button