Li kampa Holê jinek hat birîndar kirin

Duh êvarî jinên Daişê bi kêran êrişî jineke penaber ya Îraqî kirin.

Bûyerên kuştin, birindarkirinê li kampa Holê bi dawî nabin.

Duh di saetên derengiya êvarî de jinên Daişê êrişî jinekê kirin.

Çavkaniyên taybet ji Kampa Holê ragihandin ku jina hatî birindarkirin navê wê Duaa Ismaîl di hundirê konê xwe rastî êrişekê bi kêran hat.

Duaa ji aliyê hêzên tenduristiyê ve yek ser rakirine nexweşxaneya Hikmê.

Li gorî rapora bijîşkan, Duaa darbeyên kêrê di rûyê xwe û hin cihên cuda di bedena xwe de xwariye.

Back to top button