Li Şehbayê Malbatên Şehîdan hatin ziyaretkirin

Bi boneya Cejna Remezanê, ji duh roja yekem heta îro bi sedan malbatên şehîdan li Bakur û Rojhikatê Sûriyê hatin ziyaret kirin. Li Qamişlo, Şehba, Kobanê, Eyn Îsa û Reqayê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisên Sivîl û leşkerî serdana malbatên şehîdan kirin.

Bi boneya Cejnê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji doh ve malbatên şehîdan tên ziyaret kirin.

Endamên meclis û saziyên sivîl ên kantona Efrîn û Şehbayê serdana koçberên Efrînê kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan, serdana malbatên şehîdan ên li kampa Berxwedan, Serdem, Veger û Efrîn kirin.

Rêveberên Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana zêdetirî 600 malbatên şehîdan kirin.

Li Qamişlo Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyan hatin ziyaretkirin

Li Qamişlo jî, Meclisa malbatên şehîdan, PYD, Kongra Star û endamên komînan serdana malbatên şehîdan kirin.

Li aliyekî din jî meclisa malbatên şehîdan û QSD serdana navenda fedresyona gaziyên bakurê û Rojhilatê kir.

Li herêma Firatê serdana Malbatên Şehîdan hat kirin

Li herêma Firatê jî malbat hatin ziyartkirin.

Bi dehan endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, saziyên civaka sivîl serdana malbatên şehîdan kir û Cejna Remezanê li wan pîroz kir.

Li navçeya Eyn Îsayê, Heba, Cirin, bajaroka El-Hîşe û Kampa Koçberên Girê Spî ziyaret hatin kirin.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Girê Spî li van navçeyan serdana malbatên şehîdan kirin.

Reqa- Meclisa Malbatên Şehîdan serdana malbat û zarokên şehîdan kir

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Sivîl a Reqayê serdana bi dehan malbatên şehîdan ên li Reqayê, gundewarên wê û dibistsana zarokên şehîdan kirin.

Sibê jî, dê malbatên din bên ziyaretkirin.

Back to top button