Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hejmareke şênî ji Navçeya Şerayê revand.
Çeteyan, duh êvarî 7 şenî di nav de 5 jin ji gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şerayê revandin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Nebîha Xelîl Icêlî ya 55 salî.
Letîfa ya 35 salî.
Mewlîda Ebdulrehman Xelîl.
Wîdad Weqas.
Emîra Şihêma.
Edhem Omer ê 50 salî,
û Hesen Ehmed Camo yê 27 salî.
Berî du rojan jî, hat zanîn ku li gundê Maratê yê Efrînê bêhtirî 20 sivîl, li gundê coqê 3 û li Cindirês jî 4 şênî hatin revandin.