PIŞTÎ XWEPÊŞANDANAN, ERDOGAN ÇETEYÊN XWE BI ”TERORÎSTAN” BI NAV DIKE

Dewleta Tirk a dagirker li ser hebûna xwe ya li Idlibê ditirse û çeteyên xwe yên li wir bi ”Terorîstan” bi nav dike.

Serokê hikumeta AKP’ê Erdogan ragihand ku herêma qaşo bêçek li parêzgeha Idlibê hin bi hin ji ber êrîşên rejîma Sûrî wenda dibe û got:

Idlib dibe weke Helebê û paraçe parçe dibe, nabe em li ser vî tiştî bêdeng bimînin.

Erdogan doza Idlibê bi doza Tirkî bi nav kir û tekez kir ku li Idlibê ”çekdarên Terorîst” hene û ev yek ji bo Tirkiyê cihê metirsiyê ye.

Hêjayî gotinê ye ku ev axaftina Erdogan piştî xwepêşanadanên şêniyên Idlibê li dijî dagirkeriya Tirkiyê derdikeve holê.

Beriya çend rojan bi hezaran ji şêniyên Idlibê bi siloganên ”Erdogan Idlib firot” û ”Artêşa Tirk Xayîn e ” derketin xwepêşandanan û wênê Erdogan şewtandin.

 

 

 

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close