JIM MATTIS: DEWLET BI HEVKARÊN XWE RE XURT DIBIN Û BÊYÎ WAN TÊK DIÇIN

Wezîrê Parastinê yê Emerîka yê berê Cîms Matîs di cara yekemîn de piştî istîfaya xwe daye ji bêdengiya xwe derdikeve û dibêje: Berdana me ji herêmên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, ne bijarte ye. 

Wezîrê Paratina yê Emerîka yê berê Cîms Matîs ji Radyoya Niştîmanî ya Emerîkayê
National Public Radio re axivî û behsa îstratîjya Emerîka li Efganistan, Sûriye û Iraqê kir.

Matîs destnîşan kir ku siyasetên guhêrbar yên Emerîkayê dihêle alozî û şer di herêmê de mezintir bibe.

Cîms Matîs her wiha got ku ji sedemên îstîfaya wî di wezaretê de biyara vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê bû.

Matîs teqeziya li ser şerê DAIŞ’ê bi riya hevkaran re kir û got:

Divê Emerîka bi rêzdarî nêzî hevkarên xwe bibe, ji bo di dîrokê tê xwiyakirin ku dewletên bê hevakar her bi bin dikevin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button