Artêşa netewî ya Lîbî dîsan gefên tunekirinê li Qeter û Tirkiyê dixwe.
Navenda ragihadina şer a artêşa Lîbî ragihand, wê ti cihê Qeter û Tirkiyê li Lîbyayê tune be.
Piştî artêşê droneke Tirkî anî xwarê, bi çend saetan, artêşa Lîbî bi serperiştiya Xelîfa Hefter ev gef li Qeter û Tirkiyê xwar.
Artêşê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Tirkiye û Qeter her piştevaniya Ixwan û tundrewan dikin.. ew bi van kirinan biryarên NY û Konseya Ewlekarîyê binpê dikin.
Ev herdu welat piştevaniya terorê li Lîbyayê dikin û em ê wan têk bibin.