WAŞINGTON, AJANS Û NAVENDÊN FEZAYÎ YÊN ÎRANÊ BI CEZAYAN DIFETISÎNE

Waşington qefleke nû ya cezayan li Îranê dibire û bang li welatan dike da tevlî vê yekê bibin. 

 

Waşington ragihand ku wê cezayên nû li dijî Îranê birbire, vê carê jî ajansa fezayê, navenda lêkolînên fezayî û peymangeha lêkolînên fezayî armanc kirine.

Wezîrê derve yê Emerîkayê Mike Pompeo bi tiwîttekê bang li hemû hevkarên xwe kir da tevlî vê gavê bibin û got:

Ka em nehêlin “piştevanê navdewletî yê terorê” moşekên balistî bi pêş bixe.

WÊ ÎRAN BI MERCÊ 15 MILYAR DOLARÎ PABENDÎ LIHEVKIRINÊ BIBE

Li aliyekî din, îro cîgirê wezîrê derve yê Îranê Ebas Iraqçî teqez kir ku welatê wî pabendî lihevkirina nuklerî nabe heya 15 milyar dolarî ji qezencên neftê wernegire yan jî ew ê her pabendiyên xwe kêm bikin..

Ew jî li gorî Iraqçî divê ev yek di nava 4 mehan de pêk were.

Fransa ev pêşniyar kiribû û li ser zimanê wezareta xwe ya derve gotibû:

Divê dawiya salê, ev pere bigihêjin Tehranê da bi temamî lihevkirinê pêk bîne, eger Waşington li ber vê yekê nebe asteng.

Leave a Reply

Back to top button