EV NEXWEŞÎ LI REQAYÊ JI SEDÎ 98 KÊM BÛYE

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo bi dawîkirina nexweşiya laşmanyayê di nava xebatê de ye. Komîteyê diyar kir ku ji sedî 98 nexweşî kêm bûye.

Belavbûna cenazeyan, gorên komî, belavbûna sergo û pirsgirêkên kanalîzasyonê bûn sedema belavbûna mêşa ku nexweşiya laşmanyayê belav dike.

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê heta destpêka 2019’an derdora 4 hezar şêniyên herêma Reqayê bi nexweşiya laşmaniya ketine.

Komîteya Tenduristiyê ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vê nexweşiyê ket nav liv û tevgerê.

Di vî warê de li gundewarên rojava û gundewarên rojhilat, navendên tenduristiyê bi taybet ji bo vê nexweşiyê hatin vekirin.

Piştre zêdetirî 17 nuqteyên tenduristiyê derman ji bo vê nexweşiyê hatin belavkirin.

Komîteyê bi hevkariya şaredariyan pêngavên reşandina dermanên kelmêşa nexweşiyê dikuje, dest pê kir. Derman li zêdeyî 54 hezar malan hat reşandin.

Leave a Reply

Back to top button