Qurbaniyên çekên kîmyawî yên Başûr li dijî êrişên Tirkiyê bi hêrs in

Qurbaniyên çekên kîmyawî yên Dola Xoşnawetî ya Balîsanê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî heremê bi bertekin.
Welatiyan diyar kirin, piştî derbazbûna 36 salan li ser kîmyabarana rejîma Baas ya ser herêmê, niha ji aliyê rejîma faşîst a Tirkiyê ve metirsî li ser gelê Kurd heye

Di sala 1987’an de rejîma Baas’ê gundên Balîsan, Şêx Wesanan, Dola Melekan, Xetê û Wertê kîmyabaran kir.

Bi sedan kes şehîd û birîndarbûn.

Piştî derbazbûna 36 salan bi ser vê buyerê re, qurbaniyên çekên kîmyawî yên herêmê ji Rojnews’ê re axivîn.

Qurbaniyên çekên kîmyawî diyarkirin ku kîmyabaran, Enfal û qirkirina gelê Kurd dewam dike.

“Çawa çav li ser me girtin, heman şêweyî li ser Gerîla digirin”

Endamê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabaran û Enfalê ya Dola Xoşnawetî Omer Şêx Wesanî, derbarê mijarê re axivî

Omer Şêx Wesanî anî ziman wan hêvî dikir ku piştî hemû karesatên ku ser gelê Kurd hatîn, çekên qirkirinê ji holê rabin, lê mixabin heta niha jî ev çekane li dijî gelê Kurd têne bikaranîn.

Di dewamê de Şêx Wesanî komkujiyên li ser gelê Kurd bi bîr xist û bal kişande ser bêdengiya hêzên navneteweyî.

Şêx Wesanî diyar kir mixabin niha jî cîhan li beramberî zilm û zordariya beramberî gelê Kurd tê kirin bêdeng e û got:

“Çawa civaka navneteweyî çavê xwe li kîmyabarana ser me de hatî kir, heman şêweyî niha çavê xwe li kîmyabarana ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tê kirin digirin.”

Têkildarî mijarê Pêşmergeyê Dêrîn Xidir Qadir jî ku yek ji qurbaniyên kîmyabaranê ye axivî.

“Dijminên me li Rojhilat, Bakur û Rojava bombebaran û kîmyabaran dikin”

Xidir Qadir destnîşan kir ku êrişên li ser gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê dewam dikin û wiha bertek nîşan da.

Xidir Qadir îşaret bi hevkariya hin hêzên qaşo Kurdistanîne yê bi dewleta Tirk re kir û wiha got:

“Mixabin li herêmê hinek Kurdên ku bi şehîdbûna gerîla keyfxweş dibin hene.

Gerîlayên Kurdistanê welatparêziyê hilbijartine.

Heskirina wan ya ji xak û welatê wan re bûye sedem ku jiyana li çiyayên Kurdistanê hilbijêrin.

Lê mixabin dewleta Tirk a faşîst çekên kîmyawî dijî wan bikartîne û şehîd dixe.”

“Ger Kurd dev ji xiyanet û sixûriyê bernede, çarenûs dê ne ronî be”

Pêşmergeyê Dêrîn Xidir Qadir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku metirsiyek mezin li gelê Kurd heye, ji ber ku xiyanet û sixûrî dewam e û got:

“Ger Kurd dev ji xiyanet û sixûriyê bernede, çarenûsa gelê Kurd dê ne ronî be.”

Back to top button