DESTEYA PERWERDEYÊ: EM TEXMÎN DIKIN HEJMARA XWENDEKARAN BIGIHÊJE 900 HEZARÎ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, di sala nû ya xwendinê de wê hejmara xwendekaran bigihêje 900 hezar xwendekarî.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku wan tevahiya amadekariyên xwe yên ji bo pêşwazîkirina xwendekaran temam kirine.

Ji wan amadekariyan, amadekirina mamoste û dibistanan.

Hejmara mamostayên ku wê dest bi erkên xwe bikin gihaşt zêdetirî 39 hezar û 664 mamoste.

Ew mamoste di dewreyên perwerdeyê yên havînê re derbas bûne.

Mamosteyan li 113 navendan perwerde dîtin.

Desteya Perwerdeyê ragihand ku wê di sala nû ya xwendinê de nêzî 900 hezar xwendekar pêşwazî bikin.

Desteyê jî soz da ku wê hemû xwendekar pirtûkên xwe di meha Comtmehê de werbigirin.

Leave a Reply

Back to top button