TEVÎ GEFÊN ISRAÎLÊ, ÎRAN BAREGEHEKE LEŞKERÎ LI SÛRIYÊ AVA DIKE

Tevî gef û xwestekên Îsraîl û Emerîkayê ji bo derketina Îranê ji Sûriyê, Îran paregeheke din a leşkerî li Sûriyê ava dike.

Tora ”Fox News” a Emerîkî ragihand ku Îran paregehek leşkerî nû li herêma Bûkimalê li rojhilatê Sûrîyê ava dike.

Torê destnîşan kir ku Îran bi niyet e ku bi hezaran ji leşkerên xwe li vê baregehê bicih bike.

Têkildarî mijarê Tora Fox News’ê wêneyên satelayîtî belav kirin û diyar kir ku ev wêne ji ser sînorê Sûriye-Iraqê hatine kişandin.

Li gorî Torê navê ”Komelgeha Îmam Elî” li vê baregehê hatiye kirin.

Hin şîrovekarên Israîlî jî ji malpera ISI ya Israîlî re tekez kirin ku baregeh di mehên bê de amade dibe û ev yekem car Îran baregeheke wisa mezin li Sûriyê ava dike.

Ev gava Îranê di wextekî de tê ku duh Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu diyar kir ku ji bo mijara hebûna Îranê li Sûriyê hewldanên lidarxistina civîneke sêalî navbera Israîl, Emerîka û Rûsyayê li Qudisê hene.

Leave a Reply

Back to top button