LI MÛSILÊ 9 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Li bajarê Mûsilê yê Iraqê di operasiyonên hevbeş li dijî çeteyên DAIŞê de, 9 çeteyên DAIŞê hatin kuştin.

 

Serokatiya operasiyonên hevbeş li dijî rêxistina DAIŞê li Iraqê ragihand ku wan 9 çeteyên DAIŞê li başur rojavayê bajarê Mûsilê kuştin.

Berdevkê serokatiya operasyonên hevbeş Yehya Resûl diyar kir ku operasyon bi desteka ezmanî ji koalisyona navdewletî pêk hat.

Resûl tekez kir ku ew ê operasyonên xwe ji bo çespandina ewlehî û aramiyê berdewam bikin.

Fermandarê giştî yê hêzên koalîsyona navdewletî Paul Lacamera duh di civîna bi serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî re eşkere kiribû ku şaneyên DAIŞ’ê hîn xeteriyek li herêmê ne, û ji bo vegera penaberan li warên xwe dibin asteng.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button