Tevî agirbesta yekalî ku Rûsyayê ragihandî, li herêmên ”Bêçek” 6 leşkerên rejîmê û 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mrovan ragihand ku li bejahiya Î’caz li gundewarê Idlibê yê rojhilatî şerekî giran navbera rejîm û çeteyên dagirkeriya Tirk de rû da.
Çavdêriyê diyar kir ku di encam de 6 leşkerên rejîmê û 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Her wiha herî kêm 15 birîndar ji herdu aliyan çêbûn.
Li aliyekî din, rejîma Sûrî dîsan agiebesta ku ragihandibû binpê kir û herêmên Kefer Secna û Erîbna li başûrê Idlibê bombebaran kirin.
Li parêzgeha Der’ayê jî, li herêma Zeyzûnê li gundewarê bajêr mayînek bi hêzên rejîmê ve teqiya.
Di encm de 4 leşkerên rejîmê birîndar bûn.
Hat zanîn ku ev leşker girêdayî ”Firqa 4’an” in.