DEWRIYEYÊN HEVBEŞ LI SERÊKANIYÊ DEST PÊ KIR

Piştî lihevkirina sêalî ji bo pêkanîn makenîzmeya ewlekariyê, dewriyên hevbeş yên Hêzên DYA’yê û meclisa leşkerî destpê kir.
Li ser xeta sînorê herêma Serêkaniyê Dewriyên hevbeş digerin.

Mclisa Leşkerî ya Serê Kaniyê û hêzên Emerîkayê li ser xet sînorê herêma Serêkaniyê dest bi dewreyên hevbeş kir.

Dewriyeya hevbeş ji 4 panzêrên hêzên DYA’yê û 3 erebeyên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê pêk tê.

Dewriyeya hevbeş ji baregeha Koalîsoyna Navdewletî ya li gundê Til Erqem yê bajarokê Til Helef derket û berê xwe da xeta sînor.

Çavkaniyekên me destnîşan kir ku piştî rewşa sînor ji gundê Mextelê yê Serêkaniyê hat diyarkirin, dewriyeya hevbeş ber bi gundên Xirbet Benat, Til Xenzîr û Mebrûke ve çû.

Ev Dewriyeyên hevbeş piştî lihevkirina sê-alî ya di navbera QSD, Emerîka û Tirkiye de, pêk hat.

Li gorî xalên vê lihevkirinê, YPG’ê 5 KM başve vekişin û çekên giran jî 14 KM dûrî sînor bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî destpêkirina pêvaoya pêk anîna lihevkirina bi daxuaniyekê ragihand..

Li ser vê yekê 24 vê mehê li Serê Kaniyê û 26 mehê li Kantona Girê Spî jî şervanên YPG tevî çekên giran paşve kişiyan..

Li şûna YPG’ê jî, meclisên leşkerî yên bajarna hatin bicihkirin.

Pentagonê jî, vê gava YPG’ê bi niyeta pak a pêkanîna lihevkirinê pênase kir.

 

Leave a Reply

Back to top button