MICHAEL RUBIN: HÊZÊN SÛRIYE DEMOKRATÎK BI TENA XWE DAIŞ TÊK BIR

Lêkolîner û berpirsê berê yê Pentagon Michael Rubin di gotareke xwe de dibêje ”Plana DYE`yê ya alîkariya artêşa Tirkiyê ji bo derbasbûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî fikrekî bi tirs e.
Rubin got:
Giliyên Tirkiyê yên li dijî Kurdan ne adil in û vala ne û herêmên kurdan herêmên herî ewle ne.

 

lêkolîner û berpirsê berê yê Pentagon Michael Rubin Di kovara Washington Examenar analîzek der barê gef û hewildanên dewleta Tirk ji bo dagirkirna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî weşand.

Michael Rubin di gotara xwe de wiha dibêje:

Hêzên Sûriyê Demokratîk çeteyên DAIŞ’ê têk birin, di demeke ku DAIŞ’ê destek ji dewleta Tirk digirt.

Derbasbûna Tirkiyê ya dawî li Sûriyê, hişt ku gelek Kurd koçber bibin.

HÊRÊMÊN KURDAN HERÊMÊN HERÎ EWLE NE LI SÛRIYÊ

Giliyên Tirkiyê yên li dijî Kurdan ne adil in û vala ne û Herêmên Kurdan li Sûriyê herêmên herî ewle in.

GILÎYÊN TIRKIYÊ LI DIJÎ KURDAN VALA NE

Rubin anî ziman ku ji makanîzmeya ewlehiya sînorê Bakur û Rojhilatê Sûrî DYA, Tirkiyê û QSD’ê di pêvajoya yekemîn de ne û divê beriya ku tewîz werin dayîn, rayedarên Amerîka bi awayekî baş li giliyên Tirkiyê yên li dijî Kurdan, binêre.

Rubin tekez kir ku hemû êrîş ji Tirkiyê ber bi axa Sûriyê ve pêk hatine û ev tişt anî ziman:

Di encama çekên giran û moşekên ku Tirkiyê avêtine ber bi Bakur û Rojhilatê Sûrî, 27 sivîl hatine kuştin, ji wan zarokek heye.

Lê der barê êrîşa ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Tirkiyê, kujer ji aliyê Hêzên Sûriyê Demokratîk ve hate girtin.

DIVÊ HERÊMA PARASTINA SÎNOR NE JI BO ÇAVTIRSANDINA KURDAN BE

lêkolîner û berpirsê berê yê Pentagon Michael Rubin di dawiya gotara xwe de destnîşan kir ku herêma parastina sînor divê di çarçoveya têkbirina metirsiyên li ser sînor be, ne ku ji bo çavtirsandina kurdan.

 

Leave a Reply

Back to top button