“JI KANADA HETA JAPONYAYÊ NERAZÎBÛN LI DIJÎ QEYÛMAN HEYE”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk erkdarkirina qeyûman weke darbe bi nav kirin. Rayedaran gotin :
Erkdarkirina qeyûman ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye.
Dixwazin gelê me bi girtin û binçavkirinan bitirsînin.
Lê çi dikin bila bikin ev gel paş ve gavan navêj e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku Wezareta Karê Navxweyî qeyûm şûna wî erkdar kir, polîtîkayên hikûmetê, daxuyaniyên piştî qeyûman hatin kirin, nirxandin.

Mizrakli ku erkdarkirina qeyûman wekî “darbeyê” nirxand wiha got:

“Qeyûm, rêbazeke bêhiqûqîtiyê ye ku dewlet bi wê hêza xwe ya dijwar li hemberî vîna gel pêk aniye.

Ev darbe ye. Qeyûm, binpêkirina vîna gel e.

Mizrakli, diyar kir ku wê polîtîkayên qeyûman encam negirin û wê gelê kurd xwedî li vîna xwe derkeve û wiha bi dawî kir;

“Eger hûn mirov bin, eger hûn gel bin, eger hûn ji bo aştiyê bi berpirsiyarî tev digerin, naxwe wê bawerî û biryardariyeke bêdawî derkeve holê.

Mixabin ev gel berê jî bi gelek neheqî û bêhiqûqîtiyan re rû bi rû maye.

Tenê ne yên HDP’î, hin derdorên din jî hewl didin bibin hevparê vê.

Em dibînin ji Torontoyê heta Japonyayê, ji vî seriyê cîhanê heta seriyê din li hemberî qeyûman îtiraz heye.

OZTURK: EV GEL PAŞDE GAV NEAVÊT Û WÊ NEAVÊJE JÎ

Her wiha Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî tevlî çalakiya rûniştinê ya li Mêrdînê bû ku ev 17 roj in li dar e .

Ozturk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku bi erkdarkirina qeyûman vîna gel hatiye xespkirin û wiha got:

Ev helwesta li hemberî kurdan a li Kurdistanê, neheqiyeke mezin radixe ber çavan.

Heke îroj qeyûm tayînî van deran kirine wê sibe tayînî Enqere û Stenbolê jî bikin.

Dixwazin gelê me bi bi girtin û binçavkirinan bitirsînin.

Lê çi dikin bila bikin ev gel paşde gav navêt û dê navêje jî.”

 

 

Leave a Reply

Back to top button