GEIR PEDERSON BERIYA SERDANA TIRKIYÊ, SERDANA ÎRANÊ KIR

Beriya serdana Enqereyê, Nûnerê Taybet yê NY ji bo aloziya Sûriyê Geir Pederson serdana Tehranê kir û li gel wezîrê karên derve yê Îranê civiya.

 

Geir Pederson li gel Cewad Zerîf geşedanên dawî yê li Sûriyê gotûbêj kir.

Her wiha herdu aliyan ”Xebatên NY û dewletên garanto yên danûstandinên Astanayê ” û ”Cîbibîkirina erkên Komîteya gotûbêjkirina Destûra Sûrî” jî nîqaş kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zerîf ji aliyê xwe ve tekez kir ku ”Çareseriya Siyasî” riya herî guncaw ji bo aloziya Sûrî ye.

Tê payîn ku piştî Îran, Pederson wê serdana Tirkiyê bike.

Beriya Îranê jî, Nûnerê Taybet yê NY ji bo Sûriyê Geir Pederson bi Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo re civiya bû.

Pobpeo diyar kiribû ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, pêwîstî bi avêtina gavên nû di pêvajoya siyasî de hene.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button