EMERÎKA Û RÛSYA LI SER ”OPERASYONÊN” LI DIJÎ ÇETEYÊN LI IDLIBÊ LI HEV KIRIN

Piştî ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê cihên çeteyên dewleta Tirk li Idlibê bombebaran kirin, Rûsya û Emerîka li ser ”Operasyonên” li dijî van çeteyan li hev dikin.

Wezareta Parastinê Ya Rûsyayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Serokerkanê Rûsyayê Vêlêrî Gêra-sîmov û serokerkanê Emerîkî Jozêf Danford bi riya hevpeywendiyeke telefonê geşedanên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Wezaretê diyar kir ku ji bo bûyerên bi şaştî dernekevin, Rûsya û Emerîka li ser ”Operasyonên” li dijî ”Terorîstsan” li hev kirine.

Ev danûstandinên Emerîka û Rûsyayê pêk hatin, piştî ku Şemiya borî Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagon, ragihand ku hêzên Emerîkî yên ezmanî li bakurê Idlibê êrîşek li dijî çeteyên El-QAÎDEyê pêk anî.

Êrîş li dijî çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Ensar El-Tewhîd” pêk hat.

Di encama êrîşê de bêhtirî 45 çete hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn.

Rûsya ji aliyê xwe ve nerazîbûna xwe ji ber ne-agahdarkrina Emerîka ji wan re der barê Êrîşê de destnîşan kir.

 

 

Leave a Reply

Back to top button