HRW: Li Îranê êşkence li zarokan hatiye kirin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku di serhildana 8 mehan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 68 jê zarok zêdeyî 537 kesan hatine kuştin. Li dijî kiryarên dewleta Îranê xwendekarên, jin û ciwanan bi daxuyaniyek hevbeş banga bilindkirina çalakiyan kirin.

Serhildanên li Îran û Rojhilalê Kurdistanê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dest pê kir di meha xwe ya 8’an de didome.

Hêzên dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildanê hemû rêbazên kuştin, îşkence, girtin, êrişên zayendî û windakirina zarokan bi kartînin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan jî têkîldarî binpêkirinên li Îranê daxuyaniyek da.

Rêxistinê diyar kir hêzên Îranê bêyî ku agahî bide malbatan zarokên wan bi hefteyan binçavdikin û got:

Zarokên ku tên binçavkirin bêyî parastina xwe bikin bi sûcên bê bingeh tên darizandin.

Her wiha Rêxistinê da zanîn ku,

Ji Îlona sala borî ve heta meha Sibatê binpêkirinên li beramberî 11 zarokan hatine kirin.

Cezayê jêkirina lebat li 28 zarokan hat birîn.

537 kes ku 68 ji wan zarokin hatine kuştin.

Rayedarên Îranê der barê Tahîra naqîhî doz vekirin

Li aliyê din polîsên dewleta Îranê, bi ser mala Sekretera Giştî ya Rêxistna Mamosteyan Tahîra Naqîhî de girtin û piştî lêgerînê dest danîn ser alavên wê yên elektronîk.

Piştre jî ji Tahîra xwestine ku di nava 5 rojan de biçe dozgeriya Girtîgeha Êvînê.

Xwendekarên Îranê: Divê tevgerek mezintir ya civakî bê avakirin

Li aliyê din rêxistinên xwendekarên, jin û ciwanan bi daxuyaniyek hevbeş piştgirî dan çalakiyên ku li dijî dewleta Îranê têne li darxistin û banga mezinkirina çalakiyan kirin.

Xwendekaran di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku divê dewleta Îranê demildest daxwazên gel bicih bîne.

Her wiha Xwendekaran banga avakirina tevgera mezin ya civakî li seranserê welat kir û gotin: “Divê ji bo hilweşandina desthilata li Îranê bi leztir gav were avêtin”

Back to top button