KNK 14 Û 15 ÎLONÊ KONFRANSÊ ŞÊWIRA ROJHILATÊ KURDISTANÊ LI SWÊDÊ LI DAR DIXE

Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê amadekariyên lidarxistina Konferanseke ji bo rewşa Rojhilatê Kurdistanê di nîvê meha Îlonê de dike..
KNK’ê bang li hemû aliyên Kurdî dike ku, tevlî vê kofernasê bibin û xwedî li netewa xwe derkevin.

14 û 15 mehê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, KNK konferansa Şêwira Neteweyî ya Rojhilatê Kuristanê li li paytexta Swêd Stockholmê li dar dixe.

Ji bo tevlîbûna hemû aliyên Kurdî, Konseya Rêveber a KNK’ê bang dike..

Di peyama xwe de K NK’ê dibêje, di çaxekê de ku, rêjeya destkeftiyên Kurdan pir dibin, êrîşên li ser wan jî zêde dibin..

KNK’ê îşaret bi siyaseta Îranê jî kir û diyar kir ku, her çendî komara Îslamî xwe diguherîne, lê dijbertiya Kurdan nayê guhertin û bi sistî nêzî azadî û mafê Kurdan dibe..

KNK:
ÎRAN SIYASETA XWE YA LI DIJÎ KURDAN NAGUHERE

Ji bo rewşa hindirîn jî, KNK’ê destnîşan kir ku, Îran hewl dide destkeftiyên xwe li Rojhilata Navîn zêde bike û pareke mezin veqetîne, lê belê di warê aborî û civakî de rewşa wê pir xirab û ji hev ketiye

Ji bo deng dernekeve jî, zextên xwe zêde kiriye…

KNK:
REWŞA ÎRANÊ YA DERVE XERAB E, DERFETA KURDAN E

KNK’ê rewşa Îranê ya derve bibîr dixe û teqez dike ku, derfeteke mezine ji bo ku Kurd têkoşînê li dijî Rêjîma Îranê mezin bikin..

Di vî warî de jî, KNK’ê balê dikşîne ser rewşa aliyên Kurdî û dibêje, ne tenê rewşa Îran, lê belê partiyên Kurdî jî belav in..

Divê di van rewşan de, li gel hestên Neteweyî kom bibin û yekîtiya xwe bi cih bînin….

KNK:
TEVLÎ ŞÊWIRÊ BIBIN, XWEDÎ LI XWE DERKEVIN

Konseya Rêveber a KNK’ê çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistane weke erkekî xwe dibîne û vê bangê li aliyan dike..

Divê aliyên Kurdî li hev kom bibin.

Bila partî, hêz û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê tevlî vê konfransê bibin, nêrîn û pêşniyarên xwe bînin ziman.

Leave a Reply

Back to top button