NY: JI NÎSANÊ VE, BÊHTIRÎ HEZAR SIVÎLÎ LI ROJAVAYÊ SÛRÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE

Di nava 5 mehan de, hezar sivîl li bakur- Rojavayê Sûrî hatine kuştin.

NY ragihand ku ji Nîsanê ve, bêhtirî hezar sivîlî di şerê li bakur-rojavayê Sûrî de jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha, 40 serçeteyên dewleta tirk di êrîşên asmanî yên koalîsyonê li Idlibê de hatin kuştin.

Berdevkê nûnerê giştî yê NY ji rojnamegeran re diyar kir ku tevî vê, zerarek pir mezin li binesaziya bajêr hatiye û bajarok bi temamî hatine wêrankirin.

Ji Nîsanê ve, rejîma Sûrî û Rûsya bi giranî herêmên bakur-rojavayê Sûrî yên li jêr destê çeteyên dewleta Tirk in, bombebaran dikin.

Ev yek li gel şerê navbera rejîm û çeteyan ê li ser erdê pêk tê.

 

Leave a Reply

Back to top button