Milyonek û 900 hezar pirtûk ji bo dibistanên bakur-rojhilatê Sûrî hatine çapkirin
Komîteya Meteryalan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî heta niha ji 4 milyon 882 hezar pirtûk, milyonek û 900 hezar pirtûk çap kirine.
Pirtûk ên hersê pêvajoyên xwendinê ne.
Hinek guhartinên guncaw çêbûne û pirtûka waneya Jineolojiyê jî derbasî metryalên amadeyî bûye.
Ji van pirtûkan, milyonek û 964 hezar pirtûkên zimanê Kurdî, 2 milyon û 903 ên zimanê Erebî û 10 hezar û 500 ên zimanê Suryanî yên asta seretayî ne.
Ji asta navîn re, wê 583 hezar pirtûkên zimanê Kurdî, 605 hezar ên zimanê Erebî û 4 hezar û 500 ên zimanê Suryanî werin çapkirin.
Ji bo asta amadeyî jî wê 312 hezar pirtûkên zimanê Kurdî û 247 hezar ên zimanê Erebî jî bên çapkirin.
Li gorî Komîteya Amadekirina Minhacan û Çapê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, miylonek û 100 hezar pirtûk ji Herêma Cizîrê, 250 hezar pirtûk ji Herêma Firatê û 500 hezar pirtûk ji herêmên Şehbayê re hatin şandin.
Çap jî wê di 15’ê Îlonê de bi dawî bibe.