Derase ji bo mewsima çinînê tên amadekirin

Beriya destpêkirina mewsima çinînê xwediyên deraseyan dest bi sererastkirina patozên xwe kir.
Daxwaz kirin ku beriya dest bi çinînê dikin mazot bê peydakirin.
Heqdesta xebatên wan li gorî lêçûnan bê diyarkirin.

Her sal di vê wextê de xwediyên deraseyan dest bi amadekirina wesayîtên xwe dikin.

Ji bo ku di mewsîma çinînê de amade bin.

Dê piştî 15`ê Gulanê dest pê bike.

Destpêkê wê nîsk û ceh, piştre genim biçînin.

Xwediyên deraseyan , parçeyên wê zeyt dikin, parçeyên xirabe sererast dikin û yên xirab bûne jî bi yên nû diguherînin.

Welatiyê bi navê Osman Hec Silêman ê ji Hesekê ku xwediyê deraseyê ye j got:

“Me ji mehekê ve dest bi çakkirina deraseyan kiriye.

Lê belê her sal nirx û lêçûn li gor dolar û destheqê karkeran zêdetir dibin.”

Hec Silêman bang li Rêveberiya Xweser kir ku kirêya deraseyan diyar bike.

Da ku qezenc û xesarên xwediyên deraseyan û cotkaran wekhev be.

Back to top button