HRW: Leşkerên Tirk li ser sînor sivîlan dikujin

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî HRW’ê di raporek xwe de eşkere kir ku leşkerên Tirk ên li ser sînoran mafên mirovan binpê dikin û ew sûriyeyiyên hewl didin sînor derbas bikin, îşkenceyê lê dikin û dikujin.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî HRW’ê (Human Rights Watch) di raporeke xwe de eşekre kir ku leşkerên Tirk ên Tirk li ser sînor bi awayekî ketober suryeyî bi guleyan tên kuştin.

HRW’ê diyarkir ku kiryarên ketûber ên kuştina sûriyeyiyan parçeyek polîtîkaya desthilata Tirkiyê ye, divê li dijî wê lêpirsîn were vekirin.

Wê yekê jî ji 2015′an ve hişt bi sedan sûriyeyî werin qetilkirin.

Hêjayî gotinê ye ji destpêka 2023′yan ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 12 rewşên kuştin û birîndariyê bi destê nobetdarên sînor ên Tirk tomar kirin.

Back to top button