Heyva Sor a Kurd li Qamişlo nexweşxaneyekê vedike.
Nexweşxan e ya telasîmya û kanserê ye û bê perey e.
Her wiha nexweşxane şewatan jî derman dike.
Nexweşxane li taxa Enteriye li kêleka Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd e.
Dê amûrên herî nûjen û baş tê de bên bicihkirin.
Wek beşa şewatê, stasyona navendî ya oksejînê û stasyona paqijkirina avê.
Endamê Heyva Sor a Kurd Ferhan Silêman derbarê vê yekê axivî.
Ferhan Silêman destnîşan kir ku amadekarî ji 2 salan ve tên kirin û got:
Niha stasyona navendî ya oksejînê tê amadekirin.
Piştre jî ji bo 3 beşên din; telasîmya, kanser û şewat amûrên bijîşkî dê bên bicihkirin.
Heyva Sor a Kurd hewl dide ku beşekê ji bo dermankirina şewatê li gorî pîvanên tenduristî yên cîhanê veke.
Ev beş jî wek beşên din ên nexweşxaneyê dê bê pere be.