
Siyasetmedar û rûspiyên eşîrên kantona Qamişlo têkîldarî hilbijartinên Tirkiyê axivin.
Kesayetan diyar kir ku Partiya Çepên Kesk partiya herî guncav a hêviyên gelê Tirkiyê ye.
Pêwîste pêkhateyên civaka Tirk li hember siyasetên hikumeta AKP-MHP’ê bisekinin.
Di 14’ê Gulana de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên parlamento û serokkomariyê dê werin lidarxistin.
Şêniyên herêmê hêvî dikin ku ev hilbijertin bibin dawiya serdema desthilata AKP-MHP’ê..
Têkildarî wê, siyasetmedar û rûspiyên eşîrên kantona Qamişlo nirxandin kirin..
Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Govan Kenho derbarê mijarê vê dibêje:
“Erdogan siyaseta Osmaniyan a dagirkirinê didomîne..
Îro gelek deverên Rojava weke Efrîn û Serêkaniyê dagir kir.
Hilbijartinên bê dê bibe derfetek ku hikumetê têk bibin.”
Ibrahîm El Selac: Divê desthilat têk biçe
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk Ibrahîm El Selac jî got:
“Divê civaka Tirkiyê bibin yek.
Lazime hikumeta dîktator a Tirkiyê têk bibin.”
Elaudîn Bin Şêx: Girînge gelê Tirk di van hilbijartinan de bibe yek
Şêxê eşîra El Sade Hiyaliyîn a Hesekê Elaudîn Bin Şêx Ehmed Bin Şêx Ebas jî ev yek anî ziman:
“Girîng e gelên li Tirkiyê di van hilbijartinan de bibe yek ..”
Pêwîste pêkhateyên civaka Tirk li hember siyasetên hikumeta AKP-MHP’ê bisekinin.”
Mihemed Nayif: Partiya Çepên Kesk hêviyên gelên Tirkiyê ye
Rûspiyê eşîra Kaska Mihemed Seîd Hesen Nayif jî bang kir ku bila her kes dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.