DAYÎKÊN AŞTIYÊ LI MEXMÛRÊ 5 ROJ IN ÇALAKIYA XWE DIDOMÎNIN

Çalakiya Dayikên Aştiyê li ber benda kontrolê ya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 5 roj li pey xwe hiştin. Dayîk dibêjin, heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn û dorpêç berdewam bike wê çalakiya xwe berdewam bikin. 

 

17’ê Tîrmeha 2019’an li Xwaringeha Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê li Başûrê Kurdistanê Osman Kose hat kuştin.

Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa dorpêç û êrîşan.

Ev 50 roj in Wargeha Mexmûrê dorpêç kiriye.

Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin.

Lê dîsa rastî astengiya asayîşa PDK’ê hatin û ev 5 rojin li wir çalakiya xwe berdewam dikin.

Endama Kordînesyona Meclîsa Îştar Fedila Tok ya ku ji bo rakirin tecrîda li ser Ocalan 127 rojan ketibû çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger niha jî cihê xwe di nava çalakiya dayîkên aşitiyê de digre.

Li ser dorpêça li ser wargehê Fedîla tok wiha got:

 

Dayika bi navê Cemîle Korkmaz li ser armanca çalakiyê wiha got:

Weke dayîkên aştiyê me biryar da ku em çalakiyek wiha bikin da em bigihin şikandina dorpêça li ser wargehê.

Herî dawî jî dayika bi navê Yildiz Çomlek hestên xwe wiha anin zıman:

Ev 5 rojin çalakiya me berdewam dike, lê heya niha ti berpirs û rayedarê hikmeta Herêma Başûrê Kurdistanê bersiva daxwazên me ne dane.

Niha rê nayê dayîn ku xwendekar, karker û nexweşên me jî derbazî bajarê Hewlêr bibin.

Leave a Reply

Back to top button