JINEKE DAIŞ’Î LI DADGEHEKE ALMANYAYÊ TÊ DARIZANDIN

Çeteyeke Alman ku jinên Êzdî weke kole bi kar tanîn, li dadgeheke Almanyayê tê darizandin. 

Dozgeriya giştî ya bajarê Düsseldorf ê Almanyayê, duh çeteyeke DAIŞ’ê bi sûcên bazirganiya mirovan tawanbar kir.

DAIŞ’iya bi navê Zara û hevjînê wê keçek û 2 jinên Êzdî weke kole li cem xwe li Sûriyê didan xebitandin.

Li gorî dadgehê, wê dadgehkirina wê 10 rojan dewam bike.

Tê payîn, hikumê dawî di Cotmehê de were derketin.

Dadgehê diyar kir ku Zara sala 2013’an de tevlî çeteyên DAIŞê bû û di 2014’an de bi welatiyekî Alman re zewicî.

Gava DAIŞ li hindirê Sûriyê ji aliyê şervanê QSD’ê ve hat dorpêçkirin, çeteya Alman reviya Tirkiyê û ji wir derket Almanyayê.

Îlona 2018’an, çeteya DAIŞî li gel 3 zarokên xwe li balafirgeha Düsseldorfê hat girtin.

Leave a Reply

Back to top button