Ji bo “Herêma parastina sînor” careke din dewleta Tirk gef li welatên Ewropayê xwar.
Serokê Tirkiyê Erdogan, di civîna berfireh a serokên bajaran de axivî û ev tişt anî zimên:
Eger herêma parastina sînor nebe, em ê neçar bimînin deriyan vekin û penaberan ber bi Ewropayê ve berdin.
Erdogan diyar kir ku eger ev herêm pêk neyê jî, ew ê bi derfetên xwe dest bi vê yekê bikin û got:
Armanca me ew e ku herî kêm milyonek birayên me yên Sûrî li vê herêmê bi cih bibin.
Piştî lihevkirineke sêalî ya di navbera Emerîka- QSD û Trikiyê de jî, hîna gefên ya dawî li dar in.
HERÊMA PARASTINA SÎNOR
ERDOGAN: EGER EV HERÊM NEBE EM Ê PENABERÊN SÛRÎ BIŞÎNIN EWROPAYÊ