Hêzên ewlekariya hindirîn ên Misirî li rojavayê welêt 6 çete kuştin.
Wezareta hindir a Misirê ragihand ku vê sibehê hêzên ewlekariyê girtin ser komeke çete li devereke biyabanî li rojavayê welêt.
Di encamê de, şer di navbera herdu aliyan de rû da û 6 çete hatin kuştin.
Wezaretê diyar kir ku hejmareke çek û cebilxane bi wan re hat girtin.
Li gorî çavkaniyan, ev kom ji aliyê desthilatên Misirî ve xwestîbû û di konekî de dijiya.
29’ê meha borî jî, hêzên Misirî çeteyekî girêdayî Tevgera Hesim a Ixwanî li gundekî parêzgeha Fiyûmê girt.
Ixwan el-Muslimên, li Misirê û welatên mîna Rûsya û Îmaratê weke tevgereke terorîst tê naskirin.