RÛSYA: DRONÊN KU TERORÎST BIKAR TÎNIN, PÊŞKETÎ NE Û NE KARÊ DESTAN IN

Rûsya ragihand ku dronên ku çeteyên li Idlibê li dijî baregehên Rûsyayê li Sûriyê bikar tînin, dronên pêşketî ne û ne karê destan in.

 

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Olîg Sîramolotov  di Kongreya duyemîn yê navdewletî yê bi navnîşan” Têkoşîna li dijî piştgiriya ne-rewa ji bo têkbirina Terora navdewletî” de axivî.

Sîramolmtov destnîşan kir ku ”Rûsya bi cidî çekên esmanî yên ku terorîstên li Sûriyê bikartînin vekolîn dike û êrîşên çeteyan bi baldarî tên şopandin”

Olîg Sîramolotov da xuyakirin ku ev dronên ku ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn, pêşketî ne û ne bi destan hatine çêkirin.

Sîramolotov bang kir ku li dijî Terorê divê hevgirtineke navdewletî hebe û divê bi awayekî pêşketî û qanûnî têkoşîn hebe.

3’ê Tebaxa borî, Wezareta Parastina Rûsyayê ragihandibû ku Rûsya li nêz baregeha Himêmîmê li Sûriyê du dronên çeteyên dewleta Tirk anîbûne xwearê.

Duh jî û Piştî ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê cihên çeteyên dewleta Tirk li Idlibê bombebaran kirin, Rûsya û Emerîka li ser ”Operasyonên” li dijî van çeteyan li hev kirin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button