Bi dirûşmeya ‘bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi azadiyê ve’ jinên Helebê meşiyan

Li Helebê bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi azadiyê ve” bi dehan jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê, bi dehan jin daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş ji beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li beşê rojhilat ê taxê veguherî mîtîngê.

Li wir ji rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivî û got:

“Bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku berhema Rêber Abdullah Ocalan e, jinan xwe nas kir, xwe bi rêxistin kir û di hemû qadan de destkeftî bi dest xistin.

Nadiya Yûsif diyar kir ku ewê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin heta ku jin û civak werin azadkirin.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Back to top button