Li Amûdê 14 cangoriyên azadiyê hatin bîranîn

Şêniyên navçeya Amûdê 14 cangoriyên azadiyê yên di meha Nîsanê de şehîd bûne, bi bîra anîn.

Merasîm li Goristana Şehîd Îsamîl hate lidarxist.

Bi dehan şêniyên navçeyê di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê axivî, bal kişand ser rola şehîdan di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û got:

“Em pêkhateyên herêmê deyndarên şehîdên xwe ne.”

Ebdulbaqî soza xurtkirina têkoşînê da û weha dawî li gotina xwe anî:

“Berxwedana gelê herêmê ya bi pêşengiya jinan çeteyên DAIŞ’ê tune kir.

Em ê siyasetên qirkirinê yên ku serokê AKP’ê Erdogan li dijî herêmên me dimeşîne, têk bibin.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwenidn û radestî malbatên wan hate kirin.

Back to top button