ÇALAKIYÊN RÛNIŞTINÊ YÊN LI AMED Û MÊRDÎNÊ DI ROJA 18’AN DE DEWAM DIKIN

Li dijî dagirkirina qayûman çalakiyên rûniştinê yên li Amed û Mêrdînê di roja 18’an de li dar in.
Li gel zext û êrîşên polîsên Tirk jî HDP’î li ber xwe didin û çalakiyên xwe bênavber didomînin.

 

Li dijî erkdarkirina qeyûman bertek û çalakiyên şermezarkirinê didomin.

Çalakiya rûniştinê ya li Amedê ya li dijî dagirkirina şaredariyan di roja 18’an de didome.

Çalakî li Rêya Lîseyê li dar e.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di nav de, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên HDP’ê û endamên TJA’yê jî û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.

Girseya li qadê sloganên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Amed ya me ye’ berz kirin.

LI MÊRDÎNÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ 18 ROJ IN LI DAR E

Li Mêrdînê jî çalakiya şermezarkirinê ji roja dagirkirina şaredariyan heta îro berdewam e.

Parlamenterên HDP’î jî di nav de şêniyên Mêrdînê ji bo şermezarkirina dagirkirina şaredariyên HDP’î cara 18’an li hev kom bûn.

Li gel zext û êrîşên polîsên Tirk jî HDP’î li pêşiya Parka Karayollari çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Çalakiya rûniştinê bi stran û siloganan du saetan dom kir.

Piştre daxuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin.

Girseya gel piştî daxuyaniyê ber bi avahiya HDP’ê ya bajêr ve meşiya û bi silogan û tilîliyan dawî li çalakiyê xwe anîn.

 

Leave a Reply

Back to top button