RÊVEBERIYA XWESER 3 ZAROKÊN DAIŞ’Î RADESTÎ HIKÛMETA NÎJÎRYAYÊ KIRIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 3 zarokên Nîcîrî yên DAIŞ’ê radestî welatên wan kir.
Hikûmeta Nîcîriya spasiya Rêveberiya xweser û QSD’ê kir û teqez kir ku teqez kir ku ew ê hevkariya xwe bi Rêveberiya Xweser re bidomînin da ku bigihên tevahî jin û zarokên Nîjîrî yên DAIŞ’ê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 3 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên Nîjîrî, radestî hikûmeta wan kirin.

Di heman demê de, hikûmeta Nîjîryayê radestkirina çeteyên xwe qebûl nekir, lê belê tenê jin û zarokan werdigirin.

Hersê zarokên DAIŞ’ê radestî nûnerên Wezareta Derve ya Nîjîryayê hatin kirin.

Prosesa radestkirinê bi kongreyeke çapemeniyê li Navenda Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk hat.

DAIŞ – RADESTKIRIN
FENER GIÊT: DIVÊ ZAROKÊN DAIŞ’Ê JI NÛ VE WERIN PERWERDEKIRIN

Piştî radestkirina zarokan, Cîgirê hevserokatiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Gi’êt axivî.

Gi’êt teqez kir ku divê hikûmeta Nîjîrî wan zarokan ji nû ve perwerde bike û tevlî civakê bike.

Ji aliyê xwe ve nûnerê hikûmeta Nîjîryayê Mûsa Hebîb Marîka spasiya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Her wiha spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî kir û teqez kir ku ew ê hevkariya xwe bi Rêveberiya Xweser re bidomînin da ku bigihên tevahî jin û zarokên Nîjîrî yên DAIŞ’ê.

NÛNERÊ HIKÛMETA NÎJÎRYAYÊ:
EM Ê JI BO VEGERANDINA TEVAHÎ WELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î BIXEBTIN

Nûnerê hikûmeta Nîjîryayê wiha got:

“Me ji Rêveberiya Xweser lîsteyek bi navên tevahî welatiyên Nîjîryayê yên di girtîgeh û kampan de xwest da ku em ji bo vegerandina wan têbikoşin”.

Nûnerê Hikûmeta Nîjîryayê da zanîn ku ew ê tenê zarok û jinan vegerînin, û wiha domand:

“Hikûmeta me çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên QSD de venegarîne, lê hema wê piştgiriya Rêveberiyê bike”.

Li dawiyê jî, herdu aliyan kaxizên radestkirina hersê zarokan îmze kirin.

Beriya niha jî, Rêveberiya Xweser gelek jin û zarokên DAIŞ’ê yên welatên cûr bi cûr radest kirine.

 

Leave a Reply

Back to top button