Rêveberiya Xweser: Divê korîdoreke mirovî navbera Lubnan û herêmên me vebe

Van rojan, penaberên Sûrî yên li Libnanê bi zorê tê derxistin û zehmetiyên mezin li wan tên barkirin.
Lewra, Rêveberiya Xweser vê sibehê ragihand ku ew amade ye wan penaberan pêşwazî bike û ji NY xwest ku korîdoreke mirov li pêş van penaberan veke.

Hevserokê Daîreya Têkilyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bediran Çiya Kurd diyar kir ku di çarçoveya însyatîfa rêveberiyê ya 18’ê Nîsanê de, ew amade ne penaberên Sûrî himbêz bikin.

Çiya Kurd bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bi rola xwe rabe û korîdoreke mirovî di navbera Lubnan û herêmên Rêveberiya Xweser de veke, qene penaber derbas bibin.

Hevserokê Dayireya Têkiliyên Derve Bediran Çiya Kurd piştrast kir ku mabûna van penaberan li Lubnanê di vê rewşê de ne li gorî pîvanên mirovî ye.

Back to top button