Desteya Çandiniyê ji bo kirîna genim 24 navend diyar kirin

Desteya Çandiniyê ji bo kirîna genim 24 navend li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin û amadekariyên pêwşazîkirina mewsima çandiniyê bi gerînende û komîteyên xwe re nîqaş kirin.
Li aliyê din ji detspêka meha Mijdarê ve, bi koordîneya Rêveberiya Sotemeniyê û komîteyên çandiniyê yên di navçeyan de, mazot li cotkaran tê belavkirin.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya amadekariyên mewsimê çandiniyê yê 2023’an û nîqaşkirina tedbîrên mewsimê çinînê, civînek li dar xist.

Di civînê de rewşa çandiniyê hat nirxandin.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ji bo kirîna genim 24 navend li Dêrazor, Reqa, Tebqa, Koban û Minbicê diyar kirin.

Li herêma Cizîrê jî navendên kirîna genim dê li Dêrik, Tirbespî, Qamişlo, Amûd û Hesekê bin.

Hat destnîşankirin ku dê hemû depo û ambarên genim bên sererastkirin û ji bo pêşwazîkirina mewsim bên amadekirin.

Ji bo wergirtina mewsimê “kirîna genim û diyarkirina cureya wî” dewreyeke perwerdeyê dê bê vekirin.

Desteyê destnîşan kir ku dê nirxê genim li gorî lêçûnên hilberînê be.

Dawiya civînê, mekanîzmeya ruxsetkirin û bacên deraseyan hatin nîqaşkirin, tedbîrên mewsimê çinînê hatin diyarkirin û komîteyên rewşa awarte ji bo parastina mewsimê çandiniyê hatin avakirin.

Bi riya kartên elktronîk mazot li cotkaran tê belavkirin

Li aliyê din ji detspêka meha Mijdarê ve, bi koordîneya Rêveberiya Sotemeniyê û komîteyên çandiniyê, dê mazot li cotkaran were belavkirin.

Li gorî wê, rêveberiya sotemeniyê û komîteya çandiniyê li Qamişlo, 3 caran mazot li cotkaran belav kir.

Îro cara 4’an û ya dawî ye ku wê mazota ji bo avdana erdên çandiniyê, were belavkirin.

Cara yekê ye jî wê mazot bi riya kartên elktronîk li cotkaran belav bibe.

Tenê li Qamişlo 399 cotkar hene.

Her cotkarekî jî li gorî rûbera erdên xwe, para xwe ji belavkirina mazotê werdigre.

Tê payîn mazota ji bo rakirina mewsimê çandiniyê jî 20 rojên din were belavkirin.

Back to top button