Koordînasyona Hilbijartinê ya Îngilistanê û hilbijêrên Partiya Çepên Kesk ên li Londonê bang li her kesî kir ku bêyî ku dem bê windakirin divê dengê xwe bidin.
Li bajarên Ewropayê dengdana gelê Kurdistan û Tirkiyê yên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê dewam dikin.
Her çend di roja ewil de eleqeyek mezin hebû jî, sindoqên li 1 Old Billingsgate Walk a Londonê ku hejmara hilbijêran lê herî zêde ye hatin danîn, di asta ku dihat payîn de nebû.
Li Londonê di roja ewil de bi giştî 5 hezar 886 deng hatin dayîn
Li Londonê di roja ewil de bi giştî 5 hezar 886 deng hatin dayîn.
Li seranserê Îngilistanê 127 hezar û 281 hilbijêrên qeydkirî hene.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Îngilistanê banga dengdanê li hilbijêran kir
Koordînasyona Hilbijartinê ya Îngilistanê ku destekê dide Partiya Çepên Kesk têkildarî mijarê bang li her kesî kir ku bêyî ku dem bê windakirin divê dengê xwe bidin.
Dildar û hilbijêrên Partiya Çepên Kesk jî diyar kirin ku, ew sindoqan diparêzin û bang li hemû hilbijêran kirin ku biçin ser sindoqan.



