HPG: LI XAKURKÊ DERB LI HELÎKOPTEREKÊ HATE XISTIN

Çalakiyên gêrîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk bê navber didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, li Xakurkê derb li helîkoptereke bi tîpa kobra ya dewleta Tirk hatiye xistin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên herêma Xakurkê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de:

3’ê Îlonê gerîla li geliyê Şêxzade li dijî helîkoptereke bi tîpa kobra ku hewl dida bikeve nava herêmê çalakiyek pêk anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku derb li helîkopterê ketiye û helîkopter neçar maye ku ji herêmê vekiş e.

 

Leave a Reply

Back to top button